[go: up one dir, main page]
More Web Proxy on the site http://driver.im/Here naverokê

siyaset

Ji Wîkîferhengê
Guhartoya 00:48, 15 adar 2022 ya ji aliyê WîkîBot (gotûbêj | beşdarî) (Werger: tîpên farisî ([ي ك] => ([ی ک] ) AWB) ve
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî siyaset siyaset
Îzafe siyaseta siyasetên
Çemandî siyasetê siyasetan
Nîşandera çemandî siyasetê wan siyasetan
Bangkirin siyasetê siyasetino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî siyasetek siyasetin
Îzafe siyaseteke siyasetine
Çemandî siyasetekê siyasetinan
Li welatên demokrat hilbijartinan roleka giring di siyasetê de heye.

siyaset

  1. birêvebirina dewletê û dezgehên
  2. bîrûrayên li ser çawan birêvebirina dewletê û dezgehên yan yekîneyên
  3. siyasetnasî, zanista lêkolînan li ser birêvebirina dewletê dike

Ji wêjeya klasîk

  • Paşê tu yî sahibê kiyaset
    La'iq wî bibîn çi ye siyaset«
    Hukkam ji cinsê şah-i mar in
    Ehmedê XanîMem û Zîn~1692

Bi alfabeyên din

Hevmane

Etîmolojî

Ji erebî سياسة‎ (siyaset: 1. siyaset, polîtîka 2. seyisî, hespvanî, çavdêrîkirina hespan, xwedîkirina hespan) ji سائس (seîs´: seyîs, hespvan, xwedîkerê hespan, çavdêrê hespan) ji aramî ܫܘܫ‎ (şewş, şûş) ji formeka kevntir şûşbîn, ji akadî [skrîpt hewce ye] (şuşanu/susanu) ji zimanên îranî *ese-sanî / espe-sanî (çavdêrê hespan), bide ber sanskrîtî अश्वसनि (aśva-sani: çavdêrê hespan) ji अश्व (eśve: hesp > binere siwar, sîpe û hesp). Ji ber giringiya hespan di birêvebirina dewletên berê de, xwedîkirina hespan navê xwe daye hemû birêvebirina dewletê. Miletên samî ji miletên îranî hînî hespvaniyê bûne.

Werger

siyaset

  1. siyaset, ramyarî, konevanî, polîtîka