bilûr
Xuyakirin
Bilêvkirin
[biguhêre]Navdêr 1
[biguhêre]Zayenda mê ya binavkirî | ||
---|---|---|
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | bilûr | bilûr |
Îzafe | bilûra | bilûrên |
Çemandî | bilûrê | bilûran |
Nîşandera çemandî | wê bilûrê | wan bilûran |
Bangkirin | bilûrê | bilûrino |
Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | bilûrek | bilûrin |
Îzafe | bilûreke | bilûrine |
Çemandî | bilûrekê | bilûrinan |
bilûr mê
- (muzîk) Alaveke muzîkê ye ku mirov dike di devê xwe de û pif dike û tilên xwe li ser kunikên wê dilivîne daku awazên cuda-cuda jê derkevin.
- Bilûra min a şîrîn
tu di sariya sibehê
û hingûra êvarê de
hevalê bêhevalan,
destbirayê şivan û dilketiyan î. — (Seydayê Gerok, Hawar 2, Hejmar 24-57 [arşîv], Nûdem, 1941, r. 798)
- Bilûra min a şîrîn
Bi alfabeyên din
[biguhêre]Herwiha
[biguhêre]Nêzîk
[biguhêre]Jê
[biguhêre]Bide ber
[biguhêre]Etîmolojî
[biguhêre]Ji proto-hindûewropî *bʰel- (“pif kirin, ba berdanê”), hevreha latînî flo (“pif kirin, pif dan”), îngilîzî blow (“pif kirin”), fransî souffler (ji latînî sufflare ji sub- + flare, ji flo), almanî blähen (“pif kirin”). fransî Flute (bilûr) û îngilîzî û peyvên nêzîkî wê di zimanên din yên ewropî de jî ji peyva latînî flare ne ku ew bi xwe jî ji proto-hindûewropî *bʰel- ye. Ev heman peyv serekaniya balguh ya kurdî ye ku hevreha بالش (baliş) ya farisî, beriziş ya avestayî, rusî болозно (bolozno), blazina ya slovenî, Balg ya almanî, ermenî բարձ (barj) ye. Bilandin/belandin di peyva dabilandin de jî ji vî rehî ye.
- Çavkanî:
- Michael L. Chyet, Ferhenga Birûskî: Ferhenga Kurmancî-Înglîzî, Kurmanji-English Dictionary, Transnational Press London, 2020
Bi zaravayên din
[biguhêre]Werger
[biguhêre]- Almanî: Flöte → de m, Hirtenflöte
- Çînî: 长笛 → zh
- Danmarkî: fløjte → da g
- Erebî: ناي (nāy), مِزْمار (mizmār)
- Farisî: فلوت → fa, نی → fa, نی → fa, بلور → fa
- Fînî: huilu → fi
- Fransî: flute → fr m, flûte → fr m
- Holendî: fluit → nl
- Îngilîzî: flute → en
- Îtalî: flauto → it n
- Japonî: フルート → ja
- Koreyî: 플루트 → ko (peulluteu)
- Latînî: tibia m
- Polonî: flet → pl n
- Portugalî: flauta → pt m
- Rusî: флейта → ru (fl'êyta)
- Spanî: flauta → es m
- Swêdî: flöjt → sv
- Tirkî: kaval → tr, billur → tr, fitilli → tr, kabartılı → tr, ?sübek → tr
Navdêr 2
[biguhêre]bilûr